Bi rêya telefûnê bi hevre peyvîne.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û Şêwirmendê Asayîşa Niştimanî ya hikûmeta nû ya Amerîkayê Mike Waltz rewşa dawî ya Iraq, Herêma Kurdistanê û navçeyê gotûbêj kirin.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Şêwirmendê Asayîşa Niştimanî ya Amerîkayê Mike Waltz şeva borî 21ê Berçile bi telefonê axivîn.
Di pêwendiyê de, pêşhatên dawî yên li Iraq, Herêma Kurdistanê û navçeyê hatin gotûbêjkirin û tekezî li ser pêşxistina pêwendiyên dualî û parastina ewlehî û aramiyê kirin.
Mesrûr Barzanî bi boneya destbikarbûna wî wekî Şêwirmendê Asayîşa Niştimanî di hikûmeta dahatî ya Amerîkayê de, pîrozbahî li Kongressman Waltz kir. Herwiha pesnê wî da ji bo têgihiştina wî ya kûr ji ewlehî û mijarên girêdayî li navçeyê.
Her du aliyan li ser encamên hilbijartinên vê dawiyê yên Herêma Kurdistanê û Amerîkayê jî nêrînên xwe ji hev re nîşan dan û tekezî li ser giringiya guhertina demokratîk û bihêzkirina hevkarî û hevahengiya navdewletî di vî warî de kir.
Di beşeke din a vê pêwendiyê, taybet bû bi rola girîng a Herêma Kurdistanê weke hevkareke pêbawer li navçeyê û pabendbûna bi nirx û armancên hevbeş ên aştî û ewlehiyê. Herdu alî li ser giringiya hewildanên hevbeş ji bo çareserkirina kêşeyan û dabînkirina aramiya berdewam hevnêrîn bûn.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin