Serokwezîr û nunerê NY behsa rewşa deverê kirin

behsa rewşa Sûriye û deverê hatiye kirin.
کوردستان TV
100%

Tekez li ser parastina mafên pêkhateyan li Sûriyeyê hatiye kirin.

Îro Serokwezîr Mesrûr Barzanî pêşwaziya nunerê Sekreterê giştî yê NY li Îraqê kir û piştî civînê jî wisa nivîsand;

Îro me pêşwaziya nunerê taybetî yê Sekreterê giştî yê Netewên Yekgirtî li Îraqê  û Serokê tîma UNAMI birêz Dr. Îhsan Elhesan kir.

Di civînê de me giftûgo derbarê rewşa giştî ya Îraqê û deverê û guhertinên Sûriyeyê kir.

Li ser girîngiya parastina asayîş û aramiya Îraq û  herêma Kurdistanê û dûrxistina Îraq û herêma Kurdistanê ji bandorên nebaş ya aloziyên deverê hemfirkir bûn.

Derbarê rewşa Sûriyeyê de me tekez li ser girîngî û pêwîstiya rêz girtin û parastina mafên pêkhateyên cuda û di nava wan de jî gelê Kurd kir.

Di beşeke din ya civînê de me tekez li ser çareser kirina kêşeyên navbera herêma Kurdistanê û hikûmeta federalî, dabîn kirina mafên destûrî û şayîsteyên darayî yên xelkê Kurdistanê kir.

 

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.