Duhê civîneke taybet bi rewşa Sûriyeyê lidar xistibû.
Civata ewlekarî ya ser bi Netewên Yekgirtî duhê bişev civîneke taybet bi Sûriyeyê lidar xist.
Piştî civînê jî daxuyaniyeke hevbeş yaku, ji aliyê endamên civatê ve hatiye pejrandin hatiye belavkirin û di daxuyaniya han de hatiye eşkere kirin ku, lazime rê û derfet ji xelkê Sûriyeyê re were dayîn daku, biryar li ser pêşeroja xwe bi awayeke azad û demokratîk û li gor bendên biryarnameya 2254 bide.
Di daxuyaniya han de herwiha hetiye eşkere kirin ku, lazime welatên cîran yên Sûriyeyê destwerdanî di karûbarên Sûriyeyê de nekin û ji her cure liv û tevgerek ku, bibe sedema lawaz kirina aramiya Sûriyeyê xwe bidûr bigirin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin