Senatorên Amerîkî gef li Tirkiyeyê dikin

dibêje eger pêşniyarên Mezlûm Ebdî qebûl neke û êrîş bike vê were cezakirin.
100%

Dibêjin emê bi dijwarî Tirkiyeyê ceza bikin.

Du Senatorên Amerîkî ji her du basikên komarî û demokrat li Kongrêsa Amerîkayê, peyameke hevbeş belav kirine û têde gef li Tirkiyeyê kirine.

Senator Chris Van Hollen ji demokratan û Senator Lendsy Graham ji Komariyên nava Kongrêsê di peyama xwe ya hevbeş de behsa vê yekê kirine ku, eger Tirkiye êrîşî ser Kurdan li bakûr û rojhilatê Sûriyeyê ku, hevpeymanên rastîn yên Amerîkayêne bike, vê demê Amerîka bêdeng namîne û bi dijwarî Tirkiye ceza bike.

Ev du Senatorên han herwiha diyar kirine ku, eger Tirkiye pêşniyarên Mezlûm Ebdî jî bo agirbestê qebûl neke dîsa tê cezakirin.

 

Rojhilata navîn Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.