Serok Barzanî li gel balyozê nû yê Komara Çek li Îraqê civiya

Kurdistan û Komara Çek têkiliyên xwe bihêztir dikin.
100%

Balyozê Komara Çek pîrozbayî li Serok Barzanî kir.

Îro li Pîrmamê Serok Barzanî pêşwaziya balyozê nû yê Komara Çek li Îraqê Jan Šnaidauf kir.

Di civînê de ku, Konsulusê giştî yê Komara Çek li herêma Kurdistanê Carl Kurtanek jî têde beşdar bû, balyozê Çek rixmî pîroz kirina roja alaya Kurdistanê li Serok Barzanî, herwiha jiber serkeftina prosesa hilbijartinên parlementoyê jî pîrozbayî li Serok Barzanî kir û hêviya vê yekê jî xwest ku, ji diyaloga navbera aliyên siyasî encameke baş were bidestxistin.

Jan Šnaidauf herwiha behsa têkiliyên navbera herêma Kurdistanê û Komara Çek kir û amadebûna welatê xwe bo pêşde birina zêdetir ya têkiliyên han di warên curbicur de diyar kir.

Ji aliyê xwe ve Serok Barzanî jî rixmî pîrozbayî kirin li balyozê nû yê Komara Çek, hevdem hêviya serkeftinê jî box west û balkêşande ser têkiliyên dîrokî yên di navbera gelê Kurd û gelê Çek û hêviya vê yekê xwest ku, ev têkiliyên han zêdetir pêşde biçin.

Derbarê prosesa siyasiya herêma Kurdistanê de jî Serok Barzanî hêviya vê yekê xwest ku, diyaloga aliyên siyasî bigehêje encamên baş bo ava kirina kabîneya nû li gor encamên hilbijartinan.

Rewşa siyasiya siyasî û ewlekarî ya Îraq û deverê, pêşhat û guhertinên Sûriye û pêşeroja wê welatî bi taybetî maf û rola Kurd di Sûriyeya pêşeroj de mijarên din yên vê civînê bûn.

 

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.