Îro roja alaya Kurdistanê ye

beriya komara Mehabadê jî gelek tevgerên Kurdî alaya han bikar anîne.
100%

Gelek çalakî têne organîzekirin.

Îro sêşem 17ê Kanûnê roja alaya Kurdistanê ye û bi vê minasebeta han li Kurdistan çalakiyên curbicur têne organîzekirin.

Xwendekar îro bo rêz girtin ji alaya Kurdistanê, bi kincên gelirî û bi helgirtina alaya Kurdistanê çûne debistanê.

Herwiha karmendên dezgehên fermî jî bi heman awayî bo rêz girtin ji alaya Kurdistanê bi kincên Kurdî çûne ser îşên xwe.

Her çend beriya komara Mehabadê gelek tevgerên Kurdî alaya Kurdistanê bikar anîne lê bo cara ewil û bi awayeke fermî didema komara Mehabadê de alaya Kurdistanê di 17ê Kanûna yekem ya sala 1945an de hatiye bilind kirin û pişt re jî di 26ê Kanûna duyem ya 1946an de Komar hatiye damezrandin û alaya Kurdistanê jî weke alaya fermî hatiye ragihandin.

Pişt re di 19 Hezîrana 2009an de parlementoya Kurdistanê bi piraniya dengan roja 17ê Kanûnê weke roja alaya Kurdistanê qebûl kiriye.

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.