Dibêje yê herî serkeftî Îsraîle.
Destê rastê Erdogan û Serokê berê yê parlementoya Tirkiyeyê Bulent Arinc di dema beşdarî kirina bernameyeke kanaleke Tirkiyeyê de behsa rewşa Sûriyeyê kiriye.
Bulent Arinc eşkere kiriye ku, hinek kes dibêjin li Sûriyeyê welatê herî serkeftî Tirkiyeye, ne wisaye, ev ne raste jiber ku, welatê herî serkeftî Îsraîle jiber ku, Îsraîl Xeze wêran kir, Libnan û hizbulah jî wêran kir û niha Sûriyeyê jî wêran dike û piştî Sûriyeyê jî vê dor were hin welatên din.
Arinc diyar kiriye ku, Îsraîl li wan welatan jî kariye bi temamî Îran derbixe û bandora Îranê li deverê de kêm bike û niha jî Îsraîl bi awayeke ku, nayê bawerkirin nêzî Dîmeşqê bûye.
Nav hatî diyar kiriye ku, niha Îsraîl hewl bo vê yekê dide ku, xetek heta ser sînorê Tirkiyeyê çê bike û dixwaze xwe bigehîne ser sînorên Tirkiyeyê.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin