Peyamek derbarê peyama Ehmed Şeri belav kir.
Serok Barzanî îro yekşem peyamek derbarê gotinên Ehmed Şeri yên derbarê Sûriye û gelê Kurd de belav kir ku, ev jî naveroka vê peyamê ye;
Bi navê xwedê mezin
Me daxuyaniya birêz Ehmed Şeri derbarê gelê Kurd li Sûriyeyê bihîst ku, têde gelê Kurd weke hevbeşeke nîştiman û hevbeş li Sûriyeya pêşrojê wesif dike.
Ev nêrîna han bo Kurd û pêşeroja Sûriyeyê cîhê dilxweşiyê ye û em pêşwaziyê jê dikin û hêvî dikin ev bibe destpêkek bo rast kirina dîrokê û rast kirina ev nizîkatiya şaş û neras yaku, li hember gelê Kurd li Sûriyeyê hatiye kirin.
Ev cure nêrînên han rê xweş dikin bo ava kirina Sûriyeyeke bihêz û pêwîste Kurd, Ereb û tevahiya pêkhateyên din yên Sûriyeyê fêde ji vê derfeta han wer bigirin bo ku, bihevre di ava kirina Sûriyeyeke aram, azad û demokratîk de beşdar bin.
Mesûd Barzanî
15.12.2024
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin