Ji nav birina mînan li devera Soranê berdewame.
Dezgeha karûbarên mîn ya ser bi hikûmeta herêma Kurdistanê berdewame li ser çalakiyên xwe yên bo hilgirtin û jinav birina mînan li Kurdistanê de.
Di vê çarçoveyê de dezgeha karûbarê mîn belav kiriye ku, di wan rojên dawî de tîmên wan karîne li sînorên îdareya serbixwe ya Soranê, 7 parçe erdên din ku, di serdema rejîma Besê de hatibûn mînkirî, paqêj bikin û tevahiya mînên çandî ji holê rakin û ev parçe erdên han radestî xwedanên wan bikin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin