Êrîşên Îsraîlê bo ser Sûriyeyê didomin

heta niha Îsraîl 450 caran êrîşî ser Sûriyeyê kiriye.
کوردستان TV
100%

Di nava 5 seatan de 60 êrîş pêk aniye.

Li gor çapemeniya Sûrî, êrîşên Îsraîlê yên bo ser Sûriyeyê berdewamin û duhê bişev di nava 5 seatan de artêşa Îsraîlê 60 êrîş bo ser navendên leşkerî û deverên cubicur yên Sûriyeyê pêk aniye.

Çapemeniya Sûrî diyar kiriye ku, piraniya armancên êrîşên Îsraîlê navend û cîhên leşkerîne.

Ji aliyeke din ve hate zanîn ku, piştî hilweşandina rejîma Esed heta niha Îsraîl bi giştî 450 caran êrîşî ser deverên curbicur yên Sûriyeyê bi taybetî li Başûr, Başûrê Rojava û Dîmeşqa paytext kiriye.

Rojhilata navîn Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.