Şandeke herêma Kurdistanê diçe Bexdayê

heta niha Bexda mûçe û bûdceya wan sê mehên dawî neşandiye.
کوردستان TV
100%

Li gel wezîra darayî ya Îraqê dicive.

Biryare îro şandeke herêma Kurdistanê bi Serokatiya wezîrê darayî Awat Şêx Cenab serdana Bexdayê bike.

Şanda herêma Kurdistanê di çarçoveya serdana xwe de li gel wezîra darayî û çend rayedarên din yên Îraqê dicive û di civînan de giftûgo derbarê bûdce û mûçeya her sê mehên dawiyê yên sala 2024an dike.

Heta niha rixmî pêngavên destûrî yên ku, ji aliyê herêma Kurdistanê ve hatine avêtin lê heta niha hikûmeta federalî bûdce û mûçeya wan her sê mehan bo herêma Kurdistanê neşandiye.

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.