Serokê herêmê û wezîrê berevanî yê Almanyayê civiyan

pîwerdariya hêzên Almanî li Kurdistanê berdewam dibe.
100%

Pîwerdariya hêzên Almanî li Kurdistanê berdewam dibe.

Îro pêncşem Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya şandeke Almanî bi Serokatiya wezîrê berevanî yê vê welatî Boris Pistorius kir.

Di civînê de ku, Cîgirê Serokê herêmê, wezîrê karûbarên pêşmerge û Serokerkanê hêzên pêşmerge, balyozê Almanyayê yê li Îraqê û nunerê hikûmeta herêmê li Almanyayê jî têde beşdar bûn, giftûgo derbarê pêşhat û rewşa dawî ya li Sûriyeyê, bandora wan bûyeran li ser pîwerdarî û çalakiyên hêzên hevpeymaniya cîhanî dijî DIŞIê û rewşa giştî ya Îraqê hate kirin.

Her di civînê de her du alî nêrînên xwe yên derbarê têkiliyên Almanyayê yên li gel Îraq û herêma Kurdistanê anîn ziman.

Serokê herêma Kurdistanê rêzdariya herêma Kurdistanê bo piştîvaniyên berdewam yên Almanyayê yên bo Îraq û herêma Kurdistanê diyar kir û stayîşa rola Almanyayê ya bo piştîvanî kirina Îraq û herêma Kurdistanê di şerê dijî DIŞIê de kir û rola hêzên Almanî bo yekxistina hêzên pêşmerge bi girîng wesif kir.

Ji aliyê xwe ve wezîrê berevanî yê Almanyayê jî tekez li ser pêbendiya welatê xwe bo berdewamiya piştîvanî û berfire kirina hevkarî û hevbeşiya li gel Îraq û herêma Kurdistanê di tevahiya waran de kir.

Nav hatî kêfxweşiya xwe jî li hember erkên hêzên Almanî yên li Kurdistanê diyar kir û tekez li ser vê yekê kir ku, pîwerdariya h êzên Almanî li Kurdistanê berdewam dibe.

Hilbijartinên parlementoya Kurdistanê, hewlên bo ava kirina hikûmeta nû, têkiliyên navbera Hewlêr û Bexdayê û çend mijarên cîhê girîngiya hevbeş mijarên din yên vê civînê bûn.

 

 

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.