Xamneyî duhê rexneyên tund li Tirkiyeyê kiribû.
Piştî rexneyên Şêwirmendê Xamneyî li Tirkiyeyê, Rêberê Şoreşa Îranê Elî Xamneyî jî duhê danê sibê gotarek pêşkêş kir.
Xamneyî di gotara xwe de behsa rewşa Sûriyeyê kiribû û ragihandibû ku, plan ji aliyê Amerîka û Îsraîlê ve hatiye amadekirin û ji aliyê Tirkiye û çekdaran ve hatiye cîhbicîhkirin.
Xamneyî gotibû Erdogan hevbeşê plana Îsraîl û Amerîkayê ye, Şêwirmendê Xamneyî, Elî Ekber Welayetî jî diyar kiribû ku, Erdogan bûye kartê destê Îsraîlê.
Piştî wan rexneyên dijwar duhê bilez û bez Erdogan wezîrê xwe yê bazirganî şande Tehranê û li gel Serokkomarê Îranê Mesûd Pizişkiyan civiyaye û di civînan de tekez li ser bihêztir kirina têkiliyên heyî di navbera welatên îslamî de hatiyekirin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin