Çiyayê Hermûn jî kontrol kiriye.
Hevdem li gel dom kirina êrîşên asmanî yên Îsraîlê yên bo ser pêgeh û navendên çedkarî û cebelxaneyên rejîma Sûriyeyê, pêşrewiya artêşa Îsraîlê jî di nava axa Sûriyeyê didome.
Di vê çarçoveyê de piştî kontrol kirina tevahiya bilindahiyên Golanê di nava axa Sûriyeyê de, artêşa Îsraîlê herêma bêçek jî kontrol kir û pişt re jî berê xwe daye çiyayê Hermûnê û ev çiyaya han jî kontrol kir û Netewên Yekgirtî jî dilgiraniya xwe li hember vê gava leşkerî û steratejîkî ya Îsraîlê diyar kiriye.
Ji aliyeke din ve artêşa Îsraîlê li başûr û başûrê Rojavayê Sûriyeyê jî dest bi awa kirina navendên leşkerî kiriye.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin