Vê li gel rayedarên herêma Kurdistanê bicive.
Biryare îro wezîrê berevanî yê Almanyayê Boris Pistorius serdana Hewlêrê bike û li gel rayedarên herêma Kurdistanê bicive.
Wezîrê berevanî yê Almanyayê beriya ku, were Kurdistanê serdana Urdin û Îraqê jî kiribû û li gel rayedarên wan welatan jî civiya bû.
Boris Pistorius di çarçoveya serdana xwe de vê li gel rayedarên herêma Kurdistanê bicive û di civînan de giftûgo derbarê rewş û pêşhatên Sûriye û deverê bike.
Mijareke din ya civînan têkiliyên navbera Almanya û herêma Kurdistanê dibe û tê payîn piştî civînan Boris Pistorius serdana hêzên Almanî yên li herêma Kurdistanê de bike.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin