Li Şirnexê leşkeran gundek dorpêç kir: 9 kes hatin desteserkirin

dorpêç hîn jî didome û leşker bi ser malan de didin.
100%

Li navçeya Hezexê ya parêzgeha Şirnexê ya Bakurê Kurdistanê leşkerên artêşa Tirkiyeyê bi ser hinek malan de girt û 9 kes desteser kirin.

Hêzên ewlehiyê yên Tirkiyeyê duhê gundê Zêwigê yê navçeya Hezexê dorpêç kir û paşê bi ser hinek malan de girt.

Li gorî nûçeya MAyê, hêzên ewlehiyê yên Tirkiyeyê di operasyonê de 9 kes desteser kirin û di dema desteserkirinê de li hemberî wan tundî kiriye.

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.