Behreyin: Em berdewam dibin li ser piştîvaniya Kurdistanê

geştên raste rast yên Hewlêr û Menameyê destpê dikin.
کوردستان TV
100%

Serokwezîr li gel Şahê Behreyinê civiya.

Di çarçoveya serdana xwe yabo Behreyinê de îro Serokwezîr Mesrûr Barzanî li gel şahê Behreyinê civiya û piştî civînê wisa nivîsand;

Îro li Koşka Safiriye ya li Menameya paytext li gel Şahê Behreyinê xwedan şiko Şah Hemed bin Îsa Alxelîfe civiyan.

Birêz Şahê Behreyinê stayîşa pêşkeftin û awedanî, rewşa aram û bihevre jiyanê li herêma Kurdistanê bi Rêberatiya jîrane û hekîmane ya Serok Barzanî kir û amadebûna Şahnişîna Behreyinê jî bo piştîvanî kirina herêma Kurditanê di tevahiya waran de anî ziman.

Me jî rêzdariya herêma Kurdistanê bo piştîvaniyên Behreyînê diyar kir.

Li ser rêkeftin derbarê girîngiya bihêztir kirina têkiliyên du alî û vekirina Konsulusxaneya Behreyinê li herêma Kurdistanê û destpê kirina geştên raste rast yên di navbera Hewlêr û Menameyê de hemfikir bûn.

Pêşhat û guhertinên dawî yên li Sûriye û deverê beşeke din ji giftûgo û civîna me bûn ku, Şêwirmendê ewlekariya nîştimaniya Behreyinê Mîr Nasi Bin Hemed Alxelîfe û hijmareke din ji wezîrên Behreyinê têde beşdar bûn.

 

 

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.