Behreyin Konsulusxaneya xwe li Hewlêrê ve dike

Serokwezîr ev çend roje li Behreyinê ye.
کوردستان TV
100%

Serokwezîr civîn û hevdîtinên xwe yên li Behreyinê didomîne.

Civîn û hevdîtinên Serokwezîr Mesrûr Barzanî yên li Behreyinê didomin û îro Serokwezîr li gel Serokwezîrê Behreyinê civiya û piştî civînê jî wisa nivîsand;

Di çarçoweya serdana me  ya fermî yabo Behreyinê de, îro li bajrê Mename li gel Cîhnişîn û Serokwezîrê Behreyinê birêz Mîr Selman bin Hemed Alxelîfe civiyan.

Di civînê de me giftûgo derbarê pêşde birina têkiliyên du alî, derfetên vekirina Konsulusxaneya Behreyînê li herêma Kurdistanê û destpê kirina geştên raste rast yên di navbera Mename û Hewlêrê de kir.

Cîhnişîn û Serokwzîrê Behreyinê kêfxweşiya xwe li hember serdana me bo Behreyinê diyar kir û amadebûna welatê xwe jî bo bihêztir kirina têkiliyan li gel herêma Kurdistanê di warên curbicur de diyar kir.

Me spasiya piştîvaniyên Behreyinê kir û xwesteke bihêztir kirina têkiliyên du alî bi taybetî berejwendiyên hevbeş û kerta ava kirina jêrxan, reformên darayî, bankî û dîcîtalîzekirina ximzetgozariyan diyar kir.

Di mijareke din ya giftûgoyê de me nêrînên xwe yên derbarê projeya cadeya geşe pêdanê, pêşhat û guhertinên dawî yên li Sûriye û deverê de anîn ziman.

 

 

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.