Duhê jî çend navçe û navendên girîng hatine bordimankirin.
Piştî ketina rejîma Beşar Esed, êrîşên Îsraîlê yên bo ser Sûriyeyê didomin û di vê çarçoveyê de jî duhê balefirên cengî yên Îsraîlê li Başûr, naverast û Bakûrê Sûriyeyê gelek cîh û navendên girîng bordiman kirin.
Îsraîl eşkere kiriye ku, armanc ji wan êrîşan ji nav birina çekên pêşkeftî û kîmiyayî yên rejîma Sûriyeyê ne û nabe ev çekên han bikevin dest çekdaran.
Ji aliyeke din ve artêşa Îsraîlê ji aliyê bilindahiyên Golanê ve derbasî Sûriyeyê bûye û rûbereke gelek berfire xistiye destê xwe.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin