Di encama êrîş û bordimanên Tirkiyeyê de hatine kuştin.
Birêveberatiya Xweser ya Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê ragihand ku, di encama êrîş û bordimanên artêşa Tirkiye û komên cîhadî yên Tirkiyeyê bo ser deverên curbicur yên Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê de 15 welatiyên medenî hatine kuştin.
Di daxuyaniya han de hatiye eşkere kirin ku, piraniya kesên ku, di encama êrîş û bordimanan de canê xwe ji dest dane jin û zarokin.
Birêveberatiya Xweser herwiha eşkere kiriye ku, her duhê du dronên Tirkiyeyê ji aliyê hêzên HSD ve hatine xistin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin