Li Dêra Zorê jî çend navendên Îranî bordiman kiriye.
Li gor çapemeniya cîhanî, rixmî bordimana berfire ya balefirên cengî yên Amerîkayê ya duhê ya li çend navçeyên Sûriyeyê dijî DIŞI û komên çekdar, hevdem balefirên Îsraîlî jî li Dêra Zorê û Başûrê Sûriyeyê êrîşên berfire pêk anîne.
Balefirên Îsraîlî li Dêra Zorê çend navendên Îranî û yên rejîmê bi dijwarî bordiman kiriye û herwiha li başûrê Sûriyeyê jî çend navend û cebelxaneyên mezin yên rejîma Sûrî bo ku, nekeve destê çekdaran bordiman kiriye.
Ji aliyê xwe ve Fermandariya navendî ya Amerîkayê jî qala vê yekê kiribû ku, duhê li Sûriyeyê bi giştî 75 cîhên curbicur ji aliyê hêzên Amerîkî ve hatine bordimankirin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin