Bo azad kirina wan daxwaza pereyan dikin.
Li gor çapemeniya Rojavayê Kurdistanê duhê dema hijmareke welatiyên Kurd yên şêniyên Efrînê ku, xwestine ji Şehbayê berê xwe bidin deverên din, ji aliyê artêşa Tirkiye û cîhadiyên Tirkiyeyê ve hatine revandin.
Jêderên hayedar qala vê yekê dikin ku, artêşa Tirkiye û cîhadiyên Tirkiyeyê yên li deverê bo azad kirina wan 15 welatiyên Kurd daxwaza pere kirine û gotine bo her kesekê lazime 4 hezar dolar werin dayîn.
Navên welatiyên ku, hatine revandin wisaye;
Mihemed Elî Rîda 49 salî ji gundê Ze’era,Mecîd- ji gundê ji ziyara,Heman Mihemed Talib -ji Aqîbê,Otman Mihemed Talib-ji Aqîbê,Mihemed Eseed Talib- ji Aqîbê,Mihemed Receb Talib ji Aqîbê, Mihemed Cemal Talib – ji Aqîbê,Mihemed Mistefa Talib- ji Aqîbê.
Dilvîn Ehmed Îbêş 38 salî -hevseroka komînê ji Kaxirê ye,Redwan Ebdo Îbêş 41 sal, ji Kaxirê,Fikret Hesen 49 sal ji Şiyê,Eyîşe Salih Tatar 20 salî ji Basile.
Mihemed Subhî Mistefa -Beşîr Eyînet Îbrahîm -Ehmed Necar- 21 Salî ye.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin