Malikî: Pêwîste berevanî ji Sûriyeyê were kirin

dibêje yekparçeyiya Sûriyeyê bo Îraqê gelek girînge.
کوردستان TV
100%

Dibêje ketina Sûriyeyê bi wateya têkçûna rewşa deverê ye.

Serokê hevpeymaniya dewleta Qanûnê ya Îraqê û Serokwezîrê berê yê Îraqê Nûrî Malikî di gotarekê de behsa rewşa Sûriyeyê kiriye û ragihandiye ku, asayîşa Sûriyeyê bo Îraqê gelek girînge.

Nûrî Malikî herwiha diyar kiriye ku, têkçûna rewşa Sûriyeyê bi wateya têkçûn û alozbûna rewşa deverê bi giştî lewre lazime em weke Îraq berevanî ji yekparçeyî û serweriya Sûriyeyê li hember komên çekdar bikin.

Weke tê zanîn beriya du rojan çarçoveya hemahengî ( aliyên avaker yên hikûmeta Îraqê) jî biryar dabû daku, berevanî ji Sûriyeyê bike.

Rojhilata navîn Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.