Behsa têkiliyên du alî di navbera Kurdistan û Îmaratê de hatiye kirin.
Îro Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya balyozê nû yê Îmaratê li Îraqê Ebdula Meter Xemîs Elmezrûyî kir û di civînê de Nêçîrvan Barzanî pîrozbayî li balyozê nû yê Îmaratê kir û hêviya serkeftinê jî jê re xwest û piştîvaniya xwe û aliyên têkildar yên herêma Kurdistanê bo wî diyar kir.
Ji aliyê xwe ve balyozê Îmaratê silavên Serokê vê welatî gehandine Serokê herêmê û stayîşa têkiliyên dostane yên di navbera Îmarat, Kurdistan û Îraqê de kir û tekez li ser pêbendiya Îmaratê bo bihêztir kirina zêdetir ya têkiliyan li gel herêma Kurdistanê kir.
Di heman civînê de Serokê herêma Kurdistanê jî silavên xwe bo Serokê Îmaratê şand û jiber piştîvaniyên berdewam yên Îmaratê ji Kurdistan û Îraqê jî spasiya Îmaratê kir.
Rewş û pêşhatên dawî yên li deverê bi taybetî rewşa Sûriyeyê û çend babetên din yên cîhê girîngiya hevbeş mijarên din yên vê civînê bûn.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin