Putin hûşdarî daye Erdogan

gotiye lazime êrîşên dijî Sûriyeyê bilez werin rawestandin.
کوردستان TV
dema xwendinê kêmtir ji (112 peyv)
100%

Serokatiya Komar ya Tirkiyeyê jî teşteke din dibêje.

Piştî daxuyaniya navenda ragihandina Serokkomariya Tirkiyeyê li dor peywendiya telefûnî ya di navbera Erdogan û Putîn de, Serokatiya Rûsyeyê jî daxuyaniyek belav kir û naveroka peywendiya han ya telefûnî eşkere kir.

Navenda ragihandina Serokkomariya Tirkiyeyê gotibû di peywendiya han de her du alî behsa rewşa Sûriyeyê û domandina hevkariya navbera her du aliyan di çarçoveya pêvajoya Astanayê de kiriye.

Lê navenda ragihandina Kremlînê tişteke din belav kiriye û nivîsandiye, Putin bi rêya telefûnê peywendî bi Erdogan ve kiriye û hûşdarî daye Erdogan û jê re gotiye lazime dem û dest êrîşên Tirkiyeyê û komên çekdar yên ser bi Tirkiyeyê li Sûriyeyê werin rawestandin.

 

Rojhilata navîn Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.