Amerîka çend navendên çekdarên Îranî bordiman kir

7 gundên deverê jî ketine destê HSD.
کوردستان TV
100%

Ev navend li Ebû Kemalê bûne.

Navenda çavdêriya mafên mirovan ya Sûriyeyê ragihand ku, şeva derbasbûyî balefirên cengî yên Amerîkayê çend navendên çekdarên Îranî li Ebû Kemal û derdorê balefirxaneya leşkerî ya Dêra Zorê bordiman kiriye û di encama bordimana han de dengê teqînên gelek mezin li deverê de hatiye bihîstin.

Weke tê zanîn ev sê roje ku, Amerîka bi berdewamî çekdarên Îranî û navendên çekdarên Îranî li Ebû Kemalê bordiman dike.

Ji aliyeke din ve her duhê li derdorê Dêra Zorê di navbera hêzên HSD û çekdarên Îranî de pevçûn qewmî bû û hêzên HSD karîbûn 7 gund ji destê çekdarên Îranî rizgar bikin.

Rojhilata navîn Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.