Li ser ava kirina kabîneya nû di demeke nêz de hemfikir bûn.
Îro Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya balyozê Beljîkayê yê li Îraq û Urdinê kir û piştî civînê jî Serokwezîr wisa nivîsand;
Îro me pêşwaziya balyozê Beljîkayê yê li Îraq û Urdinê birêz Serge Diction kir.
Balyozê Beljîkayê jiber serkeftina prosesa hilbijartinên parlementoyê pîrozbayî li me kir û li ser ava kirina kabîneya nû ya hikûmeta herêma Kurdistanê di demeke nêz de hemfikir bûn û di vê derbarê de jî yekem civîna parlementoya Kurdistanê bi pêngaveke gelek girîng hate wesifkirin.
Herwiha me giftûgo derbarê girîngiya dabîn kirina mafên destûrî û şayîsteyên darayî yên Kurdistanê, destpê kirina henarde kirina petrola herêma Kurdistanê, pêşhat û guhertinên dawî yên li Îraq û deverê û rewşa aloz ya Sûriyeyê kir.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin