Serok Barzanî pêşwaziya balyozê nû yê Îtalyayê kir

dema pîwerdariya Konsulusê Îtalyayê li herêmê bi dawî hat.
کوردستان TV
100%


Behsa têkiliyên navbera Kurdistan û Îtalyayê hate kirin.

Îro li Pîrmamê Serok Barzanî pêşwaziya balyozê nû yê Îtalyayê yê li Îraqê birêz Nicolo Fontana kir.

Di civînê de ku, Konsulusê Îtalyayê yê li herêma Kurdistanê Michelle Camerota jî têde beşdar bû, balyozê Îtalyayê kêfxweşiya xwe li hember destbikar bûna xwe weke balyozê welatê xwe li Îraqê û herwiha serdana xwe bo herêma Kurdistanê diyar kir û balkêşande ser têkiliyên dostane yên di navbera Îtalya û herêma Kurdistanê û tekez li ser amadebûna xwe bo berfiretir kirin û pêşde birina têkiliyên han di tevahiya waran de kir.

Balyozê Îtalyayê prosesa hilbijartina parlementoya Kurdistanê û zêdebûna rêjeya beşdariya xelkê di rewşeke aram de weke serkeftineke mezin ya prosesa demokrasiya Kurdistanê wesif kir.

Her di heman civînê de Serok Barzanî jî pîrozbayî li balyozê nû yê Îtalyayê kir û hêviya serkeftinê jî box west û rixmî balkêşandine ser girîngiya têkiliyên navbera Îtalya û Kurdistanê, ev têkiliyên han bi dîrokî û dostane wesif kir.

Di berdewamiya civînê de nîqaş li ser rewşa siyasiya Îraq û pêşhat û guhertinên dawî yên li deverê û metirsiyên dubare serhildana terorê hate kirin.

Her di civînê de Konsulusê Îtalyayê yê li Hewlêrê jî ku, dema pîwerdariya wî bi dawî hatiye, xatira xwe ji Serok Barzanî xwest û rêzdariya xwe bo xelkê Kurdistanê anî ziman û Serok Barzanî jî spasiya Konsulusê Îtalî kir û hêviya serkeftinê di pîwerdariya nû de jê re xwest.

 

 

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.