Serokê herêmê li gel balyozê Rûsyeyê civiya.
Îro li Hewlêrê Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya balyozê Rûsyeyê yê li Îraqê Elbrus Kutrashev kir.
Di civînê de giftûgo derbarê têkiliyên Rûsyeyê yên li gel Îraq û herêma Kurdistanê hate kirin û tekez li ser pêşde birina hevkarî û hevbeşiya heyî di warên curbicur de hate kirin.
Her di civînê de her du alî nêrînên xwe yên derbarê têkiliyên navbera Hewlêr û Bexdayê, hilbijartinên parlementoya Kurdistanê, giftûgoya aliyên siyasî yên bo ava kirina hikûmeta nû û yekem civîna parlementoya Kurdistanê yaku, niha destpê kiriye, anîn ziman.
Aloziyên Rojhilata Navîn, rewşa niha ya Sûriyeyê û bandorên vê yên herêmî mijarên din yên vê civînê bûn ku, têde Konsulusê Rûsyeyê yê herêma Kurdistanê jî beşdar bû.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin