Serok Barzanî li gel şandeke Ezherê civiya

behsa têkiliyên navbera gelê Kurdistanê û gelê Misirê hatiye kirin.
کوردستان TV
100%

Behsa pêşde birina têkiliyan hate kirin.

Îro li Pîrmamê Serok Barzanî pêşwaziya şandeke Ezherê kir ku, pêkhatibû ji her yek ji Emîndarê komîteya zanayên Ezherê Dr. Ebas Şûman, Serokê zanîngeha Ezherê Dr. Selame Dawûd, Cîgirê Serokê saziya derçûyên Ezherê Waêl Bexît û berpirsê tkiliyên derve li zanîngeha Ezherê Ehmed Fevzî.

Di civînê de şanda mêwan rixmî diyar kirina kêfxweşiya xwe ya li hember serdana xwe bo herêma Kurdistanê, hevdem stayîşa aramî, ewlekarî û wejîn û pêşkeftinên heyî yên li herêma Kurdistanê kir û bi girîngî behsa tebayî û bihevre jiyana netewe û pêkhateyên cuda yên li herêma Kurdistanê kir û weke mînakeke serkeftî bo deverê wesif kir.

Ji aliyê xwe ve Serok Barzanî jî spasiya şanda mêwan kir û balkêşande ser têkiliyên dîrokî û dostane yên di navbera gelê Kurdistan û gelê Misirê de û hêvî xwest ev têkiliyên han zêdetir bihêz bibin bi taybetî di warê Akademîkî û hevahengiya navbera navendên olî û zanistî yên Misir û herêma Kurdistanê.

Gefên serhildana terorê û hizira tundrewiyê, girîngiya hevahengiya tevahiya aliyan bo parastina aramî û ewlekariya deverê û herwiha guhertinên dawî û aloziyên li Rojhilata Navîn mijarên din yên vê civînê bûn.

 

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.