Nêçîrvan Barzanî: Prof Zilmî xizmeteke gelek zêde pêşkêş kiriye

dibêje min ji xwestibû li Kurdistanê bimîne.
100%

Îro li Hewlêrê komcivîna Prof Zilmî hate organîzekirin.

Îro li Hewlêrê bi amadebûna Seroê herêma Kurdistanê û hijmareke zêde ji zanayên olî, Akademîsiyen û Rewşenbîr komcivîneke hizirî bi navê komcivîna Zilmî hate organîzekirin.

Di civînê de Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî gotarek derbarê rol, kar û xebat û pêgeha zanistî û olî ya Prof Zilmî de gotarek pêşkêş kir û navhatî bi destkefteke mezin bo gelê Kurdistanê bilêv kir û ragihand ku, Prof Mistefa Zilmî bi kar, xebat, berhem û hizrên xwe xizmeteke gelek zêde pêşkêşî civaka Kurdistanê kiriye û di warê reformên olî û reformên taybet bi zagonên kesî de roleke gelek girîng lîstiye.

Nêçîrvan Barzanî herwiha eşkere kir ku, min daxwaz ji Prof Zilmî kir daku, li Kurdistanê de bimîne jiber ku, mayîna wî bo guhertina zagonên taybet yên kesî ( qanûna bara kesî) gelek girîng bû.

Barzanî tekez li ser vê yekê kir ku, xwedê jê razî netenê zana û hizrmend bû belku, sîmaya reform û nûbûnê bû di hizra îslamî de.

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.