Rûsye: Me zêdetir ji 300 çekdar kuştine

Rûsiye dibêje piştîvaniya me bo Sûriyeyê berdewam dibe.
کوردستان TV
100%

Dibêje êrîşên me dijî terorîstan berdewam dibin.

Navenda hevahengiyê ya Rûsî ya li Sûriyeyê daxuyaniyek derbarê pêşhatên dawî yên li Bakûrê Sûriyeyê de daxuyaniyek belav kiriye.

Di daxuyaniya han de yaku, duhê şemî hatiye belavkirin, tekez li ser vê yekê hatiye kirin ku, Rûsye berdewam dibe li ser piştîvanî kirina rejîma Esed û di vê çarçoveyê de artêşa Rûsyeyê dijî komên çekdar dest bi operasiyon û êrîşên asmanî kiriye.

Di daxuyaniya han de hatiye diyarkirin ku, di encama wan êrîş û operasiyonan de heta niha herî kêm 300 çekdar hatine kuştin.

 

Rojhilata navîn Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.