Çekdarên Elnusre pêşrewiyên xwe didomînin.
Piştî kontrol kirina Îdlib, Heleb, Hims û Hemayê, ji aliyê çekdarên Elnusra ve hêzên rejîma Sûriyeyê jî gav bi gav ber bi Dîmeşqê ve vedikêşin.
Ev pêşhatên nû yên li Sûriyeyê bûye cîhê dilgiranî û fikaran li Îraqê lewre hikûmeta Îraqê dibêje asayîşa Sûriyeyê asayîşa meye û hikûmeta Îraqê îro ragihand ku, tevahiya sînorên xwe yên li gel Sûriyeyê daxistine û hêzên xwe li ser sînor xistiye amadebaşiyê û bo rûbirû bûna her egerekê amadene.
ji aliyeke din ve duhê Serokwezîrê Îraqê Mihemed Sûdanî peyamek bo Serokê Sûriyeyê Beşar Esed şandibû û têde tekez li ser piştîvaniya berdewam ya Îraqê bo Esed kiribû.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin