Hêzên rejîmê jî bêyî ti bergiriyeke cidî vedikêşin.
Di çarçoveya şer û pêvçûnên di navbera hêzên rejîma Sûriye û çekdarên Elnusra de, duhê bişev çekdarên Elnusra gehêştine deriyên bajarê Helebê.
Hêzên rejîma Sûriyeyê jî bêyî ti bergiriyeke cidî bikin vedikêşin û jêderên herêmî jî dibêjin ji bilî taxên Kurdan û navçeya balefirxaneya Helebê tevahiya bajar ketiye destê çekdaran.
Herwiha hate zanîn heta niha zêdetir ji 300 leşker, çekdar û xelkê sivîl hatine kuştin.
HSD jî ragihandiye ku, hêzeke zêde şandiye taxên Kurdan li Helebê û eger komên cîhadî êrîşî taxên Kurdan bikin vê HSD bersifeke dijwar bide wan.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin