Li derdorê Helebê şerê dijwar heye.
Li gor çapemeniya Sûrî duhê şereke dijwar di navbera komên cîhadî yên li derdorê Heleb û Îdlibê û rejîma Sûriyeyê de destpê kiriye.
Çapemeniya Sûrî diyar kiriye ku, artêşa vê welatî bi topxane û balefirên cengî êrîşî ser pêgehên komên cîhadî kiriye û gelek cîhadî hatine kuştin.
Ji aliyê xwe ve koma cîhadî ya Tehrîr Elşam jî dibêje me bersifa êrîşê daye û gelek leşkerên rejîmê kuştine û çend gund jî xistine destê xwe.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin