Behsa têkiliyên navbera Kurdistan û Brîtanyayê hate kirin.
Duhê bişev Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya wezîra navxwe ya Brîtanyayê Evette Cooper kir.
Di civînê de giftûgo derbarê pêşde birina têkiliyên Kurdistan û Îraqê yên li gel Brîtanyayê, berfiretir kirina hevkariya sê alî, rûbirû bûna tawanên rêkxistî, hevkariya ewlekarî, koça derqanûnî û mijara koç kirinê hate kirin.
Serokê herêma Kurdistanê tekez li ser girîngiya berdewamî û zêde bûna hevkarî û hevahengiya navnetewî bo rûbirû bûna wan babetan kir û stayîşa rol û piştîvaniyên Brîtanyayê bo dabîn kirina aramiya Kurdistanê kir.
Ji aliyê xwe ve wezîra navxwe ya Brîtanyayê Evette Cooper jî jiber serkeftina prosesa hilbijartinan pîrozbayî li Serokê herêmê kir û ragihand ku, Brîtanya gelek girîngî dide herêma Kurdistanê û hevkariya herêma Kurdistanê û Îraqê dike bo rûbirû bûna qirîzan.
Ava kirina kabîneya nû ya hikûmeta herêma Kurdistanê û girîngiya cîhbicîh kirina destûra Îraqê mijarên din yên vê civînê bûn.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin