Serokwezîr 9 avahiyên perwerdehî vekir

Serokwezîr spasiya rola Mamosteyan dike.
100%


Zêdetir ji 4 hezar Xwendekar li xwe digirin.

Îro li Hewlêrê Serokwezîr Mesrûr Barzanî 9 avahiyên nû yên perwerdehiyê vekir ku, bi giştî 4 hezar û 500 Xwendekar dikarin fêde ji wan werbigirin.

Serokwezîr li ser vê mijarê li ser hesabê xwe yê fermî wisa nivîsandiye;

Îro li Hewlêrê me debistana ( Ehmed Rêkanî) vekir ku, yek ji wan 9 avahiyên nû yên perwerdehiyê ye li sînorê birêveberatiya giştî ya perwerdehiya Hewlêrê û têde 4 hezar û 500 Xwendekar dikarin ji wan 9 avahiyên ku, îro hatine vekirin fêde werbigirin.

her di vê merasîma han de Serokwezîr gotareke kurt jî pêşkêş kiriye û spasiya Mamosteyên Kurdistanê kiriye û destxweşî jî li wan kesan kiriye ku, di prosesa ava kirina wan debistanan de beşdar bûn.

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.