30 keştiyên Rûsî ketine lîsteya dorpêçên Brîtanyayê.
Wezîrê derve yê Brîtanyayê David Lammy ragihand ku, bi mebesta nehêştina çavkaniyên dabîn kirina darayî bo şerê Rûsye û Ukraynayê, Brîtanya biryar daye daku, 30 keştiyên Rûsî yên ku, petrola Rûsyeyê bo derve vediguhêzin bixe nava lîsteya dorpêçan.
David Lammy eşkere kiriye ku, armanca Brîtanyayê ji wan dorpêçan parastina ewlekariya bazirganiya cîhanî û herwiha nehêştina çavkaniya darayî ya Rûsyeyê yaku, bo şerê dijî Ukraynayê tê bikaranîn.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin