Amerîka gef li hin welatan dike

dibêje vê welatê hevpeyman jî werin cezakirin.
کوردستان TV
100%

Dibêje emê dorpêçan bixin ser wan welatan.

Piştî biryara dadgeha navnetweî ya bo binçav kirina Serokwezîr û wezîrê berevanî yê Îsraîlê, hin welat di serî de Swîs û Brîtanya ragihandibûn ku, eger Serokwezîr anjî wezîrê berevanî yê Îsraîlê serdana wan welatan bikin vê wan binçav bikin.

Di vê çarçoveyê Senatorê Amerîkî Lindsey Graham di hevpeyvînekê de li gel kanala Fox News ya Amerîkî ragihand ku, her welatek ku, biryara dadgeha navnetewî ya derbarê Serokwezîr û wezîrê berevanî yê Îsraîlê de cîhbicîh bike, bêgoman rastî cezaya Amerîkayê tê û Amerîka dorpêç li ser wan bisepîne.

Graham ev yek eşkere kiriye ku, eger welateke hevpeymanê Amerîkayê jî vê biryarê cîhbicîh bike vê demê rastî doprêçên dijwar yên Amerîkayê tê.

Nûçe Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.