Êrîşkar ji aliyê hêzên ewlekarî ve hatiye kuştin.
Îro yekşem hikûmeta Urdinê ragihand ku, li Emana paytext kesek bi çek êrîşî ser balyozxaneya Îsraîlê ya li Urdinê kiriye.
Di encama êrîşa han de du zirêvanên balyozxaneyê birîndar bûne.
Hêzên ewlekarî jî dem û dest bersifa êrîşê dane û Êrîşkar kuştine.
Heta niha derbarê nasnameya êrîşkar de ti zaniyarî nehatine belavkirin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin