Du balefirên Îranî ji tirsa Îsraîlê vegeriyan Îranê

di nava wan balefiran de cebelxane hebûye.
100%

Yek ji wan xwestiye biçe Dîmeşqê.

Li gor nûçeyeke rojnameya Farsî ya Keyhan London, roja pêncşema derbasbûyî du balefirên Îranî yên ku, xwestine ji Tehranê biçin Dîmeşq û Necefê jiber ku, Îsraîl çavdêriya wan kiriye û huşdarî daye wan, ji tirsa êrîşên Îsraîlê bi neçarî reviyane û vegeriyane Îranê.

Ji aliyê xwe ve ajansa Filat Radar jî ev nûçe pişt rast kiriye û nivîsandiye ku, balefira Îranî yaku, xwestiye biçe Dîmeşqê ya MAHAN Air bûye bi hijmara IRM147 û têde cebelxane hebûye lê Îsraîl gef lê kiriye û bi neçarî reviyaye û vegeriyaye Îranê.

Balefira din jî balefirek ser bi kompaniya Spahan Air bûye ku, xwestiye ji Tehranê biçe Necefê lê Îsraîl gef li vê jî kiriye û ev jî reviyaye û vegeriyaye Îranê.

 

Rojhilata navîn Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.