Dibêje em dixwazên şer ji Îraqê dûr be.
Wezîrê derve yê Îraqê Fuad Husên ragihand ku, siyaseta wan ewe daku, Îraq ji kêşe û aloziyên heyî yên li Rojhilata Navîn dûr bixin û naxwazin Îraq bibe beşek ji wan aloziyan.
Fuad Husên herwiha diyar kiriye ku, rixmî hewldanên Îraqê bo dûr xistina Îraqê ji şer û aloziyan, lê Îsraîl bi eşkere gef li Îraqê dike.
Beriya niha Serokwezîrê Îraqê Mihemed Sûdanî jî diyar kiribû ku, vekirina dozê li civata ewlekariya Netewên Yekgirtî ji aliyê Îsraîlê ve dijî Îraqê, nîşaneya vê yekêye ku, Îsraîl dixwaze êrîşî ser Îraqê bike.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin