Li Sûriyeyê 40 çekdar hatin kuştin

jiber dijwar bûna birîna hinek ji birîndaran tê payîn hijmara miriyan zêdetir bibe.
100%

Îsraîl çend navendên çekdaran li Redimûra Sûriyeyê bordiman kiriye.

Li gor jêderên çapemeniyê şeva derbasbûyî balefirên cengî yên Îsraîlê êrîşî ser çend navendên komên çekdar yên dijî Îsraîlê li bajarê Tedmûr ya li Sûriyeye kirin.

Di vê derbarê de navenda mafên mirovan ya Sûriyeyê yaku, bi SOHR tê nasîn eşkere kiriye ku, di nava yek ji wan navendên ku, ji aliyê Îsraîlê ve hatiye bordiman kirin civîneke hevbeş ya koma Nuceba û hizbulaha Libnanê hebûye û di encama êrîşa han de herî kêm 40 çekdar hatine kuştin û zêdetir ji 50 çekdarên din jî birîndar bûne.

SOHR herwiha diyar kiriye ku, jiber dijwar bûna birîna hinek ji birîndaran tê payîn ku, hijmara miriyan hîn zêdetir bibe.

Rojhilata navîn Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.