Sûdanî: Îsraîl dixwaze êrîşî ser Îraqê bike

dibêje vekirina dozê nîşaneya êrîşa Îsraîlê ye bo ser Îraqê.
کوردستان TV
100%

Îsraîl li NY dijî Îraqê doz vekiribû.

Piştî vekirina dozê li civata ewlekariya Netewên Yekgirtî ji aliyê Îsraîlê ve dijî Îraqê, Serokwezîrê Îraqê jî daxuyanî da.

Îsraîl dozek vekiribû û ragihandibû ku, çekdarên Îranî yên li Îraqê êrîşî ser Îsraîlê dikin lewre lazime CENY tiştek bike beruvajî vê Îsraîl tişta pêwîst bike.

Di vê derbarê de îro çarşem Serokwezîrê Îraqê Mihemed Sûdanî jî ragihand ku, Îsraîl li pey hicetekê digere daku, êrîşî Îraqê bike lewre vekirina vê doza han jî nîşaneya vê yekêye ku, Îsraîl xwe amade dike daku, êrîşî ser Îraqê jî bike.

Herwiha Sûdanî hûşdarî jî daye komên çekdar yên Îraqî û ragihandiye ku, ji bilî hikûmeta Îraqê ti aliyeke din nikare biryar li ser şer anjî êrîş kirinê bide.

Rojhilata navîn Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.