Serokwezîr û nunerê Sekreterê NY civiyan

behsa çareser kirina kêşeyên navbera Hewlêr û Bexdayê hatiye kirin.
100%

Behsa rewşa Îraqê hatiye kirin.

Îro Serokwezîrê herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li gel Nunerê Sekreterê giştî yê Netewên Yekgirtî bo karûbarên Îraqê civiya û piştî civînê jî Serokwezîr wisa nivîsand;

Îro me pêşwaziya nunerê taybetî yê Sekreterê giştî yê Netewên yekgirtî li Îraqê û berpirsê UNAMI li Îraqê birêz Dr. Mihemed Elhesan kir.

Di civînê de me giftûgo derbarê rewşa giştî ya Îraq û deverê û girîngiya çareser kirina kêşeyên navbera herêma Kurdistanê û hikûmeta federalî li ser esasê destûrê kir.

Herwiha tekez li ser pêwîstiya berdewamiya rola UNAMI bo parastina aştî û asayîşa Îraq û herêma Kurdistanê kir.

 

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.