Serokwezîr û balyozê Polendayê civiyan

Polenda dixwaze têkiliyên xwe li gel herêma Kurdistanê bihêztir bike.
100%

Balyozê Polendayê xatir ji Serokwezîrê Kurdistanê xwest.

Îro Serokwezîr Mesrûr Barzanî pêşwaziya balyozê Polendayê yê li Îraqê kir û piştî civînê jî Serokwezîr wisa nivîsand;

Îro me pêşwaziya balyozê Polendayê yê li Îraqê birêz Marjan Kubiak kir ku, jiber bi dawî hatina dema pîwerdariya xwe serdana me kiribû.

Jiber hewlên wî yên bo pêşde birina têkiliyên du alî spasiya balyoz kir û hêviya serkeftinê jî di pîwerdariya nû de jê re xwest.

Balyozê Polendayê rêzdariya xwe li hember hevkarî û hevahengiya hikûmeta herêma Kurdistanê diyar kir û amadebûna welatê xwe jî bo pêşde birina zêdetir ya têkiliyan li gel herêma Kurdistanê bi taybetî di warên bazirganî û çandiniyê de diyar kir.

Li ser pêwîstiya ava kirina kabîneya nû ya hikûmeta herêma Kurdistanê di demeke zû de hemfikir bûn.

 

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.