Behsa rewşa heyî û çend mijarên din hatiye kirin.
Îro Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî li gel şandeke Amerîkî ya civata bazirganiya Amerîka/Kurdistanê kir û piştî civînê jî Serokwezîr wisa nivîsand;
Îro me pêşwaziya şandeke civata bazirganiya Amerîka/ Kurdistanê ( USKBC) kir ku, ji nunerên hijmarek ji kompaniyên Amerîkî pêk hatibû.
Di destpêka civînê de Serokê civata bazirganiya Amerîka/Kurdistanê birêz David Tafuri, jiber serkeftina prosesa hilbijartina gera 6an ya parlementoya Kurdistanê pîrozbayî li me kir û ku, ev prosesa han di rewşeke aram û azad de hatiye meşandin.
Nav hatî herwiha bi awayeke kurt behsa encamên serdana şanda han kir û di vê derbarê de balkêşande ser vê yekê ku, herêma Kurdistanê xwedan rol û pêgeheke girînge li Îraq û deverê de û armanc ji vê serdana han diyar kirina piştîvanî û pêşde birina têkiliyên abûrî, bazirganî û hilbirînê ye li gel herêma Kurdistanê.
Di civînê de me jî rixmî balkêşandine ser guhertin, pêşhat û geşedanên heyî yên li Îraq û deverê û têkiliyên herêma Kurdistanê û hikûmeta federalî, hevdem behsa reformên hikûmeta herêma Kurdistanê bi taybetî reformên taybet bi dîcîtalîze kirina xizmetgozriyan û pêşde birina sîstema bankî û projeya hijmaramin, karasanî kirin bo Hêlbirêneran kir.
Di beşeke din ya civînê de me nîqaş li ser destpê kirina henarde kirina petrola herêma Kurdistanê kir ku, ragirtina henarde kirinê zirareke çend miliyar dolarî gehandiye bûdceya giştî ya federalî û lazime bilez prosesa henarde kirina petrola herêma Kurdistanê destpê bike.
Di dawî de me bersifa çend pirs û têbîniyên amadebûyan da.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin