Bernard Henri Levy derbarê rewşa Îranê de huşdarî dide.
Hizirmendê siyasî û steratejisiyenê navdar yê Frensî Bernard Henri Levy derbarê rewşa Îranê ya piştî destbikar bûna Donald Trump huşdarî dide.
Henri Levy dibêje piştî destbikar bûna Donald Trump weke Serokê Amerîkayê du rê li pêş Îran de dimînin ku, yek ji wan teslîmbûn û kar kirina hevbeş li gel Amerîkayê ye û rêya duyem jî ji nav çûna rejîma Îranê ye.
Nav hatî eşkere kiriye ku, Trump ewîndarê bazirganiyêye û eger Îran bikaribe bazirganiyeke mezin li gel Trump bike vê xwe xelas bike lê eger ev yek nebe eger heye çarenivîsa Îranê jî weke çarenivîsa Almanyaya serdema Naziyan be.
Ji aliyê xwe ve rojnameya Şeriq Elewset jî raportek belav kiriye û têde eşkere kiriye ku, rayedarên îstîxbaratî zaniyarî dane ku, Trump û Netanyahu planeke hevbeş bo jinav birina rejîma Îranê amade kirine.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin