Heta niha zêdetir ji 3 hezar û 500 revandî hatine azadkirin.
Komîteya rizgar kirin û azad kirina Êzidiyên revandî daxuyaniyek belav kiriye û ragihandiye ku, prosesa rizgar kirin û azad kirina welatiyên Êzidî yên ku, ji aliyê terorîstên DIŞIê ve hatibûn revandin berdewame.
Di daxuyaniya vê komîteya han de hatiye diyarkirin ku, heta niha 3 hezar û 583 welatiyên Êzidî ku, piraniya wan jin û zarokin hatine azadkirin.
Weke tê zanîn terorîstên DIŞIê di sala 2014an de bi giştî 6 hezar û 416 welatiyên Êzidî revandibûn.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin