Îran jiber ji nav çûna Hizbulahê ditirse

Îsraîl daxwaz dike hizbulah û ti komeke din ya çekdar li Başûrê Libnanê nemîne.
100%

Siyaseta xwe guhertiye û daxwaza agirbestê dike.

Li gor nûçeyeke euronews, rejîma Îranê ji derbên dijwar ku, li hizbulaha Libnanê dikevin gelek dilgirane û hevkariyên Îranê yên bo hizbulahê jî nikarin hizbulah rizgar bikin.

Euronews herwiha diyar kiriye ku, Îranê ji ji navçûna hizbulahê gelek dilgirane û ditirse lewre siyaseta xwe guhertiye û hewl dide hizbulah bi ragihandina agirbestê razî bike.

Her di vê çaroveyê de dema ku, nunerê Xamneyî yê li Libnanê Elî Larîcanî li gel Serokê parlementoya Libnanê Nebî Berî civiyaye, balyozê Amerîkayê jî projeya agirbestê radestî Serokwezîrê Libnanê Necîb Mîqatî kiriye.

Ji aliyê xwe ve rojanameya WSJ jî li ser zarê rayedarên Îsraîlî belav kiriye ku, eger hizbulah agirbestê qebûl neke vê artêşa Îsraîlê bikeve nava Libnanê û beşeke zêde ji Libnanê bixe bin kontrola xwe.

Ji aliyê xwe ve çapemeniya Îsraîlê jî belav kiriye ku, Îsraîl dixwaze ti çekdareke hizbulahê li Başûrê Libnanê nemîne û hizbulah jî eşkere kiriye ku, ev di warê meydanî de şîrove bo rewş û pêşniyaran dike.

 

Nûçe Rojhilata navîn

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.